Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê opozisyonê piraniya dengên helbijardina serokatiya Taywanê wergirt.


Berbijarê opozisyonê piraniya dengên helbijardina serokatiya Taywanê ya roja şembî wergirt.

Ma Ying-jeou ji Partiya Niştîmanî 58 ji-sedê dengan wergirt, biramberî 42 ji-sedê bo Frank Hsieh ji Partiya Pêşveçûna Dîmokrat ya desthelatdar.

Herdu berbijaran soz daye ku têkelîyên Taywanê bi Çînê re pêşive biben.

Serokê nu dê cihê serok Chen Shui-bian girît, ku bu demê heşt salan serok bu.

Hukumeta Çînê encamdana danûstandinan digel birêz Chen ret kir û we bawer dikir ku birêz Chen kar diket bo serxwebuna Taywanê ji Çînê.

XS
SM
MD
LG