Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cheney dibêje Hamas bizavê dike ku danûstandina aştîyê têk bibe


Cîgirê Serokê Amerîka Dick Cheney dibêje Hamas bi piştgirîya Îran û Surîya hewl dide ku danûstandinên aştîyê li navbera Îsraîlî û Felestînîyan têk bibe.

Dema li Urşelîm-Qudsê jibo peyamhinêran di axift Cheney got Îran û Surîya piştgirîya Hamasê dikin. Wî herdu welatan tawanbar kir ku bi gotina wî jibo “têkbirina” pêvajoya aştîyê çi ji destê wan tê dikin.

Cheney piştî ku bi serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert re kom bû û taştê xwar ev axaftine kirin. Dê cîgirê serokî îro biçe Ankara, paytextê Turkîye ku li wir seredana xwe ya neh rojan bo herêmê bi dawî bîne.

We çaverê tête kirin ku Cheney ji Turkîye daxwaza alîkarîyê bike bo şerrê dijî Talîbanan li Afganistanê û bo rawestandina bernameya navokîya Îranê. Ankara digel Îranê têklatîyên nêz hene û girêdayî vî welatî ye ji alî pêdivîya bi niftê ve.

XS
SM
MD
LG