Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush bo zarokan mêvandarîya yarîya cejna Hêkesorê dike


Serok û xanima wî Laura Bush îro duşem li Qesra Sipî mêvandarîyê dikin ji bo leyîsteka zarokan ya salane ya gindor kirina hêkên cejna Hêkesorê ku ji sala 1878 were heta niha her sal li Qesra Sipî ev yarî têne kirin.

Li Qesra Sipî dê zarok karibin li baxçeyê ku berê wê li başûr e, bileyzin. Li vî baxçeyî gelek şahî û leyistek hatine danan da ku zarokan hînî babeta îsal bikin û ew babet jî îsal parastina oqyanusê ye.

Seraya Sipî dibêje îsal 15 hezar hêk hatine amade kirin jibo leyîstekê û 22 hezar bilêt jî hatine belav kirin.

Ji sala 1878 were heta niha, malbatên zarokan di vê şahîya cejna Hêkesorê de beşdar dibin û li wir li muzîkê guhdarî dikin, li şahîyê temaşa dikin û beşdarî leyîsteka gindorkirina hêkesorê ya binavûdeng dikin. Di vê leyîstekê de zarok bi kevçîyan hêka berev xêza dawîyê digindorînin.

Ev şahî heta niha tenê ji ber seqa û hewa ne baş hatîye bettal kirin û herwisa di demê Şerrê Yekem û Duwem yê Cîhanî de hatîye bettal kirin.


XS
SM
MD
LG