Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush piştevanîya Ukrayna û Gurcistanê kir bo endametîya NATOyê


Serokê Amerîka Geroge W. Bush dubare piştevanîya xwe dîyar kir bo endametîya Ukrayna û Gurcistanê di NATOyê da.

Rêzdar Bush îro sêşem li konferanseke Kyiv peyivî piştî kombûna xwe ya digel serokê Ukrayna Viktor Yushchenko.

Almanya û Fransa gumana xwe dîyar kiribûn li hember ne amadebûna van herdu walatan bo endametîya NATOyê. Serokwezîrê Fransa Francois Fillon nêrîna welatê xwe dubare kir ku ew dê li kombûna NATOyê ya vê heftîyê li Bukreşê pesend kirina pêdivî ya bo endametîyê nedine herdu welatan.

Hem serok Bush hem jî rêzdar Yuschenko dubare anîn zimên ku fireh kirina NATOyê ne bi mebesta dijberîya Rusyayê ye û wan dîsa got ku dê Moskow nikaribe ev mesele veto bike dema ku li kombûna NATOyê ya li vê heftîyê li Bukreş behsa vê babetê bête kirin.

Rêzdar Bush herwisa bibîr anî ku Welatên Yekgirtî jibo xatirê Rusyayê û ku dilê wê xweş bike li ser danana sîstema parastina bi muşekan li navenda Ewropa dev ji endametîya Ukrayna û Gurcistanê bernade.

Rêzdar Yuschenko jî ji alî xwe ve serdêrîya Ukrayna bi bîr anî û dubare anî zimên ku welatê wî li ser rêya rast e.

Rusya dijberîya fireh kirina NATOyê dike. Moskow herwisa bi tundî dijberîya plana danana sîstema parastina bi muşekan ya Washington jî dike ku Amerîka dibêje ev sîstem li hember welatên tund yên wek Îranê tête danan.

XS
SM
MD
LG