Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush gihîşte Kroatya


Serokê Amerîkî George W. Bushî gihîşte Kroatya rojekî piştî kombûna bilind ya NATO li Buxarest ku daxwaz kirî Kroatya û Albanya bibine endam.

Rêzdar Bush ji paytextê Romanya bi rê keft piştî kombûna rêberê NATO digel serokê Rusî Vladimir Putin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jaap de Hoop Schaffer got danûstandin başbûn lê bahsê çi serkeftinan nekir.

Rêzdar Putin piştî hindê got wî danûstandin pê xwaş bûn belê got hindek giriftarî hêjta mayîne weku nerazîbûna Rusya li ser danana muşekêt berevanîyêt Amerîkî û berdewam bûna berfireh kirina NATO.

Serokê Kroatî Stipe Mesic bi xêrhatina serokê Amerîkî kir demê gehêştîye Kroatya.

XS
SM
MD
LG