Wezareta Berevanîya Afganî dibêjetin hêzên Afganî û yên hevalbenda bi rêberayetîya Amerîka zîyanên mezin gihandîne xirabkaran di şerrê duhî yekşembîyê de li herêma Nuristan ya rojhilatê.
Ne Wezareta Berevanîya Afganistanê û ne jî karbidestên leşkerî yên Amerîkî negot ka wan çend xirabkar kuştîne belê karbidestên Afganî dibêjin serbazekî wan hatîye kuştin.
Karbidestên leşkerî dibêjin qurbanî dinav medenîyan da nehatine ragihandin. Digel hindê jî karbidest li nuristanê dibêjin 20 medenî di hêrîşê da mirine û jimareka pêtir birîndar bûne.
Wezareta Berevanîya Afganî dibêjitin wan heyşt xirabkar girtine belê rêberê xwecihî dibêjin ew girtî medenî bûn.