Mezine Generalê Amerîkî û dîplomatê wê li Iraqê îro sêşem jibo ku bîr û bawerîyên xwe yên derbarê şerrê Iraqê şîrove bikin li pêş Kongresê şaehadeyîyê didin.
Wisa çaverê tê kirin ku balyoz Ryan Crocker û General David Petraeus li ser du babetan bi peyivin ka gelo zêdekirina serbazan bi kêr tê û ka Amerîka wê karibe dest bi vekêşana hinek serbazan bike an na.
Crocker û Petraeus wê li ber Komîteya Peywendîyên Derve û Komîteya Xizmetên Leşkerî yên Civata Senatoran şehadeyîyê bidin.
Çaverê tê kirin ku ew bersiva pirsyarên hersê berbijarên serokatîyê-ji Demokratan Hillary Clinton û Barack Obama û John McCainê Komarî- bidin.
Heke bêt û bên hilbijartin Clinton û Obama dibêjin ew dê dest bi vekêşana serbazan bikin ji Iraqê. McCain jî soz daye ku heta Iraq bi tenha nebe ew serbazan venakşîne û jimara hêzê kêm nake.