Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Amerîka xwe amade dike bo xwenîşandana dijî Çînê li demê birêveçûna Çira Olîmpîkê


Karbidest li San Francisco xwe amade dikin bo xwenîşandana îro çarşem ya li dijî Çînê demê ku bajêrên rojava yên Amerîka mêvandarîya dawîtirîn beşa birêveçûna cîhanî ya Çira Olîmpîkê dikin.

Karbidestên San Francisco dibêjin bi sedan polîs dê nobetdarîyê bikin li rêya 10 kîlometre ya ku guman dikin wê bi hezaran kes lê xwenîşandanê bikin. Karbidest dibêjin dibe ku ew ji nişkêva rêya birêveçûnê jiber sebebên asayîşê bigorînin.

Karbidestên Amerîkî hîvî dikin ew bûyerên ku li Parîs û Londonê qewimîn li vê derê dubare nebin ku li wir bizavkarên dijî Çînê birêveçûna çirayê têk biribûn.

Çira Olîmpîkê roja sêşemê zû gihîştibû San Francisco û cihê ku lê ye heta destpêka birêveçûna îro nehatîye eşkere kirin. Yek ji kesên ku bi çirayê dê bibezîya dev ji bezdanê berdaye.

Bizavkarên ser bi Tibetê ve û komeleyên mafên mirovan dibêjin wan ji piştevanên xwe re gotîye ku bi rêyeke aştîyane xwenîşandanê bikin û birêveçûnê têk nebin.
__________________________________________________________________________

XS
SM
MD
LG