Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî ve 13 çekdar li Bajêrê Sedir hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî ragehand ku bi kêmî ve 13 çekdar roja şembî ji layê hêzên hevalbendî ve li Bajêrê Sedir li Bexda hatin kuştin.

Leşkerî ragehand ku çekdaran bi RPG, çekên otomatîkî û bombên kinar şeqamê hêriş kire ser hêzên Amerîkî û Iraqî.

Hêzên hevbeş firoke û tankan dijî çekdaran bikar anîn. Polîsê Iraqê ragehand ku heft kesên sivil di wan şer û lêkdana hatin kuştin. Karbidestên leşkerî dibêjin çi ziyanên giyanî nêvbera hêzên Amerîkî û Iraqî nebûn.

Hevdem, li bajêrê Necefê rêk bi hatin û çûna otombîla hate dan rojek piştî berbend kirina hatin û çûnê digel kuştina Riyaz El-Nûrî, harîkarê bilindê oldarê Şî’e Muqteda El-Sedir.

XS
SM
MD
LG