Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîrîn Ebadî dibêje gefeya kuştina wê dijwartir dibe


Avokata mafên mirovan ya Îranî Şîrîn Ebadî ya ku xelata Nobelê bo aştîyê wergirtîye dibêje gefeya kuştina wê û malbata wê her diçe dijwartir dibe.

Ebadî îro duşembîyê di daxuyanîyekê de ku bi rêya faksê hatîye şandin dibêje ew kesên ku dixwazin ew bê kuştin ne ku pêre dijminayetîyeke şexsî dikin belê ew dijminê fikr û ramanên wê ne.

Di daxuyanîyê de Ebadîya xelat wergir hindek parçeyên wê gefeyê wek mînak şandîye ku dibêjin eger ew bala xwe nede axaftinên xwe ew dê heyfê jê hilînin.

Ebadî li sala 2003 xelata Nobel ya bo aştîyê wergirt jiber karê wê yê bo pêşvexistina mafên jin û zarokan li Îranê. Bi dîyar kirina nerazîbûna xwe li hember şikestina mafan, ewê oldarên welatî ture kiribûn.

XS
SM
MD
LG