Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turkîye êrîşeke hewayî kir ser serhildayên Kurd li bakûra Iraqê


Leşkerê Turkîye dibêje firokeyên wê yên cengî êrîş birîyê ser grupeke serhildayên Kurd li bakûra Iraqê demê ku wan bizav kirîye bi dizî ji ser sînor derbazî nav Turkîye bibin.

Daxuyanîyeke leşkerî ku îro çarşem hatîye belav kirin radigihîne ku duhî sêşembîyê li devera Avaşîn-Basyan bi kiryarekê grupeke çekdar hatîye bê tesîr kirin lê belê nabêje ka kes ji wan hatîye kuştin an na.

Herwisa di daxuyanîyê de tê ragihandin ku leşkerê Turkîye li du deverên başûra rojhilata Turkîye şerrê serhildayên PKK kirine û bi kêmîve milîtanek hatîye kuştin. Çek û kelûpelên çêkirina bombeyan ji serhildayan hatîye bi destve xistin.

Turkîye Partîya Karkerên Kurdistanê anku PKK gunehbar dike bi bikaranîna bingehên li bakûra Iraqê bo êrîş kirina ser bi Turkîye ve. Leşkerî çendîn êrîşên hewayî û bi kêmîve jî êrîşeka peyade kirîne ser bi serhildayan ve li Iraqê.
XS
SM
MD
LG