Rêzdar Malikî îro çarşem li seredana xwe ya bo bingehên Yekîtîya Ewropayê li Bruksel bo endamên Parlamana Ewropî peyivî. Wî got hikumeta wî “bi bawerî ye ku zora terorîzmê bibe.”
Îro di kiryarên leşkerî de li Iraqê karbidestên Brîtanî dibêjin bi êrîşa asmanî ya Hêzên Hevalbenda li Basra, li bajarê başûr, çar milîtan hatine kuştin û yekî din jî birîndar bûye.
Peyivdarekî leşkerê Brîtanya Tom Holloway got wan bi êrîşê grupekê ku narincokên bi muşek digel wan de hebûne kirîye armanc.
Ji alîyekî dî ve leşkerê Amerîka dibêje li destpêka vê heftîyê li parêzgeha Anbar du serbaz di êrîşekê de bi bombeyên li ser rê veşartî hatine kuştin.
Roja sêşemê bi zincîreke hêrîşên bi bomba li navçeyên Erebên Sunnî li Iraqê zêdeyî 50 kes hatin kuştin û 94 kesên din jî birîndar bûn.