Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict digel serok Bush kom dibe


Papa Benedict îro çarşem seredana Seraya Sipî dike bo axaftineke fermî digel serok Bush.

Roja sêşemê xelkê ku li Bingeha Hewayî ya Andrews li derveyê Washington kom bûbûn bi strana pîrozbahî li papa kirin jiber ku îro ew dibe 81 salî.

Rêzdar Bush, jina wî Xanima Yekê Laura Bush û keça wan Jenna, xêrhatina papa kirin. Heta niha Serok Bush li firokexaneyê xêrhatin li tu rêberên bîyanî nekirîye.

Papa di firokeyê de berev Washington ji peyamhinêran re gotibû ku ew dê di axaftina xwe de digel serok Bush behsa mesela penaberîyê bike. Papa Benedict got cuda kirina endamên malbatan girîngtirîn meseleya pirsgirêkê ye û ji bo wê yekê jî got “ev metirsîyek e li ser alîyên sosyal û exlaqî yên mirovatîyê.”

XS
SM
MD
LG