Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Iraqî li Basra dor li ofîsa El Sadr girt


Hêzên Iraqî dor li piştevanên oldarê tundreyê Şî’a Muqtada El Sadr girtin li ofîsa Basra da ku ew nikaribin limêja înê bidin kirin.

Peyivdarê Wezareta Navxweyî ya Iraqê General Evdil Kerîm Xelef got kiryaran bi tenê ew ofîs ji xwe re kirine armanc ewên ku bidestve xistibûn lê belê bi gotina wî bi rêyeke ne rewa ji alî komeleyên sîyasî ve têne bi kar anîn.

Piştevanên El Sadr dibêjin 48 saet muhlet bo wan hatîye dan da ku ji avahîyan derkevin.

Heta niha tu şerrê yekser di navbera hêzên Iraqî û piştevanên El Sadr de nehatîye ragihandin.

Ev kêşe derketîye mehek piştî ku serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî li dijî Leşkerê Mehdî yê El Sadr kiryar da destpêkirin li Basra ku bûye sebebê lêkdanên li seranserê bajêrên başûr û li Bexdaya paytext.


XS
SM
MD
LG