Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Endonezya Cemaa Îslamî wek rêxistinek terorîst li qelem da


Dadgeheke Endonezya biryar da ku komeleya milîtan Cemaa Îslamî ya li başûra rojhilata Asyayê rêkxistineke terorîst e û her yekê cezayê zindan kirina 15 salan da herdu rêberên wê yên serekî.

Dadgeha navçeya Jakartaya Başûr di dadgehkirinên cuda de îro duşem ew kesên ku tê îdda kirin ew rêberên Cemaah Îslamîye ne yê demî Zerkesî û komandarê leşkerî Ebu Ducana bi tawanên plan danana bo kiryarên terorîst, mêhvandarî kirin û pare dana bo terorîstan û hilgirtina çekan ewan tawanbar kirin.

Ragihandina Cemaah Îslamîye wek rêkxistinek terorîst biryara yekê ya bi vî awayî ye ji alî dadgeheke Endonezî ve. Belê karbidestên Endonezî dibêjin ew nikarin komeleyê qedexe bikin jiber ku komele bi rêyeke fermî nehatîye damezirandin.

Dema ku dadyaran pirs jê kirin ka gelo ew dixwaze pêdaçûna biryarê bike, Ebu Ducana got pêdivîya wî bi wextekî heye da ku li ser vê meselê bifikre. Di dema dadgeh kirinê de ewê ku îdda dikin rêberê leşkerî yê Cemaah Îslamîye ye desthebûna di hêrîşên terorîst de û peywendîya bi komeleyê re înkar kir.
XS
SM
MD
LG