Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Turkîye dadgehê sîyasetvanê Kurd ceza kir û çar leşker bi mayinan hatin kuştin


Dadgeheke Turkîye biryara zindanî kirina sîyasetvanekî Kurd bi 15 mehan da ku hate xetabar kirin bi azirandina ne hezîyê li demê hindek daxuyanîyeke par sebaret bi kiryarên leşkerê Turkîye li bakûrê Iraqê.

Hilmî Aydogdu li Dîyarbekir li parêzgeha başûra rojhilata Turkîye li meha Şûwata sala 2007 hate girtin ku dibêjin ewî yê gotî her kiryarekî leşkerî dijî Kurdan li Kerkukê dê bi hêrîş li ser Kurdan li Turkîye ête nasîn.

Aydogdu rêberê Partîya Civakî ya Demokratîk ya piranîya wê Kurd e û dihête gotin jiberî demekî dirêj ev partî hatîye xetabar kirin bi piştevanî kirina komeleya serhildayên Kurd PKK.

Ji alîyekî din ve peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Dîyarbekirê radigihîne ku li Colemêrgê 4 leşkerên Turk hatine kuştin.

Peyamhinêrê me radigihîne ku li dû ragihandina Serfermandariya Artêşa Tirk, li bajarê Colemêrgê yê li başûrê rojhilata Turkiyê leşkerên Turk di dema kiryarekê de li dij serhildayên Kurd pê li mayinê kirine û di encamê de 4 leşkerên Turk hatine kuştin 3 heb leşker jî hatine birîndar kirin.

Serfermandarî dibêje 3 leşker li navçeya Şemzînan (bi Tirkî Şemdinli) û yê din jî li navçeya Çelê (bi Tirkî Çukurca) hatine kuştin. Hevdem, li çoltera bajarê Şirnexê jî ji ber teqîna mayinekê serbazekî Tirk jî birîndar bûye.





XS
SM
MD
LG