Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turkîye êrîşa asmanî li ser bakûra Iraqê piştrast kir


Turkîye piştrast kir ku firokeyên wê yên şerrî cihên serhildayên Kurd li bakûra Iraqê bombebaran kirîye.

Daxuyanîya Leşkerê Turk negot ka gelo di êrîşa roja çarşemê de tu milîtan hatine kuştin an na.

Li demeke zûtir, ajanseke Kurdî ya peyamên Firat ragihandîye ku firokeyên Turka devera Hakurk bombebaran kirîye li nêzî sînorê Iraq, Îran û Turkîye.

Peyivdarekî Partîya Karkerên Kurdistanê anku PKK ya qedexekirî herwisa ev êrîş piştrast kir.

Turkîye PKK gunehbar dike ku ji bingehên xwe yên li bakûra Iraqê êrîşê dike ser Turkîye. Leşkerê Turkîye îsal çendîn êrîşên asmanî kirine û bi kêmîve jî yek êrîşek peyade kirîye nav Iraqê li dijî serhildayan.

XS
SM
MD
LG