Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ElBaradei gazin kir ku Amerîka di wextî de zanyarîya navokî ya derbarê Surîye eşkere nekirîye


Serokê ajansa navokî ya Neteweyên Yekgirtî rexne li Welatên Yekgirtî girt ji ber ku wê ew zanyarî veşartîye ya ku Amerîka dibêje Koreya Bakûr alîkarîya Surîye kiriye da ku karibe sazgeheke navokî ava bike.

Îro heynî di daxuyanîyekê de serokê IAEA(Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî) Muhammed ElBaradei got ji ber ku rêveberîya Amerîka di belav kirina wê zanyarîyê de bi derengî ketîye ew gelekî xemgîn bûye. Wî herwisa Îsraîl şermezar kir jiber ku wê ew sazgeha gumanlêkirî helweşandibû bi êrîşeke firrokeyan li meha neh-Îlona par û got ew êrîş li dû Peymana Belavnebûne Çekên Navokî bizava pêvajoya îzbat kirinê têk birîye.

Belê ElBaradei dibêje IAEA bi girîngî bala xwe dide wê zanyarîyê û dê lêkolînê li ser wê babetê bike.

Roja pêncşemê Seraya Sipî ev belgename belav kir. Rêveberîya Bushî dibêje Surîye sazgeheke navokî ava dike ku ne bi mebesta aştîyane ye. Rêveberî li ser vê babetê dibêje “dibe ku herêm bi vê gavê bê ne aram kirin.”

Balyozê Surîye bo Neteweyên Yekgirtî Beşar Caferî ew îddîa red dike.



XS
SM
MD
LG