Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa dilxwoşîya xwo dîyar kir li ser guhorîna qanuna derbirîna bîr û bawerîyan


Yekîtîya Ewropa dilxoşîya xwo dîyar kir li ser pesend kirina guhorîna qanuna derbirîna bîr û boçûna ji layê parlamanê Turkîya ve.

Serokatîya Yekîtîya Ewropa ku ji layê Slovenya dihête kirin ew dengdane bi pêngaveke berev parastina azadîya bîr û boçûna nasand.

Qanundanerên Turkîya guhorînê li ser qanuna derbirîna bîr û boçûna bi 250 denga beramber 65 dengan pesend kir.

Li demekî zû îro çarşembîyê parlamanê Turkîya deng li ser guhorîna madda 301 da, ew madda ku dibêjit bêrêz kirin Turkatîyê tawan e.

Dareştina nû ya qanunê dibêjitin bêrêz kirina dewleta Turkîya tawan e û cezayê wê tawanê kêm kirin ji sê sala zêdeyî bibite du sal.

Karbidestêt Turk ev qanune bi kar di înan da dadgeh kirina bi sedan nivîskar û xelkên dî biken bi tometa bêrêz kirina nasnama netewa Turk.

Yekîtîya Ewropa gotibû Turkîya divîya benda li ser derbirîna bîr û boçûna kêm bikit û weku mercek bo endam bûna wê di Yekîtîya Ewropa da.

XS
SM
MD
LG