Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrîşeke firrokan rêberekî bilindê milîtanên Somalia hat kuştin


Bi hêrîşeke firroka li ser naverasta Somalia komandarê leşkerî yê komeleke milîtanêt Îslamî hate kuştin ku dibêjin têkelî digel El Qaîde hebûn.

Peyivdarekî bi navê komeleya Îslamî ya El Şabab evro pêncşembîyê gote peyamhinêran ku bi hêrîşeka firroka berê sibêdê li ser bajarokê Dusamareb, Aden Haşî Ayro digel rêberekî dî yê bilind hatine kuştin. Şahid dibêjin firrokeyên Amerîkî ew hêrîş kirîye û bi kêmîve 10 kesêt dî jî hatine kuştin.

Leşkerê Amerîka piştrast kirîye ku hêrîşek kirîye “dijî armanceke El Qaîde li Somalia” belê çi dirêjtir negot. Di sala buhorî da hêzêt Amerîkî jimareka hêrîşêt firroka dijî armancêt bergumanêt terorîstan li Somalia kiribûn.

Ayro di lîsta Amerîka de bû ya bo terorîstên gumanlêkirî ku şik hebû şerkerên El Qaide di hewandin. Karbidestên zanyarî û istîxbarata Rojavayî û Somalî dibêjin Ayro li salên 1990an de li Afganistanê hatîye hîn kirin ji alî El Qaîde ve da navbera bizava El Şabab û tora terorê têklatîyê girêbide.
XS
SM
MD
LG