Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran nerazîbûna xwe dîyar kir li ser gefa Hillary Clinton


Îranê nerazîbûna xwe dîyar kir li ser gefa berbijara serokatîya Amerîka Hillary Clinton ku gotî heke Îran hêrîşeka navokî dijî Îsraîlê biket dê Îranê ji nav bibet.

Cêgirê balyozê Îranê li Neteweyêt Yekgirtî Mehdî Daniş Yezdî roja çarşembîyê di nameyekê da got gefa senator Clinton bo azirandinê ye û ya bê berpirsyarî ye.

Wî ew name da Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon û serokê Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî.

Li meha buhorî Hillary Clinton di hevpeyvînekê de digel televizyona ABC ya Amerîkî got, heke ew hate hilbijartin û heta deh salêt dî Îran hêrîşekê bikete ser Îsraîlê Amerîka dişêt ku Îranê ji nav bibet.

XS
SM
MD
LG