Karbidestên Burmî texmîna jimara xelkê ku jiber barova Nergîs mirine ji 350 kesan bilind kirin ser nêzî çar hezar kesan.
Televîzyona dewletê îro duşembîyê ev jimar ragihand dema ku agahî gehîştine destê wê ji deverên dûr yên ku barove roja şembîyê lê ketibûn. Karbidest dibêjin nêzî sê hezar kes bê ser û şûnin.
Ji roja şembîyê were heta niha buhayê xwarin û keresteyên sutemenîyê bilind bûye. Rêkxistinên hewarçûnê lez dikin ku kel û pelên alîkarîyê bigihêjînine bi sedan hezar kesên ku bêy xanî mane.
Xelkê deverê gazin dikin ku leşker bi derengî alîkarîyê dimeşîne. Neteweyên Yekgirtî gotibû heta roja duşembîyê ew dikarin alîkarîyê bikin lê belê hêjta hikumeta Burmî daxwaza alîkarîya navnetewî nekirîye. Kargerên hewarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî dibêjin bêy destûr ew nikarin têkevin nav Burma.
Her çende karesat li Burma ketibe jî hikumeta leşkerî ya Burma dibêje dengdana referandumê bo Destûra welatî dê roja şembîyê bête kirin.