Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin


Leşkerê Amerîka li Iraqê dibêje her çende rêkeftina agirbesê hatibû ragihandin jî li bajarê Sadr yê Bexda wan sê çekdar kuştine dema ku ew çekdar hêrîş kirîye serbazên Amerîkîyên ku nobetdarîyê dikirin.

Karbidestên Amerîkî gelek bûyerên ku li şeva yekşembîyê û sibêdeya duşembîyê qewimîne, ragihandin.

Runiştevanên bajarê Sadr dibêjin ji dema ku li roja şembîyê hikumetê rêkeftineke agirbesê ragihand heta niha tundûtûjî bi awayekî giştî kêm bûye.

Ew agirbes ji alî Hevalbendîya serekî ya Şî’a li Iraqê û nunerên oldarê Şî'a Muqtada El Sadr hat rêxistin ku çekdarên wî li bajarê Sadr bi hêzin.

Ji meha Adarê were heta niha di şer û lêkdanên wî bajarî de bi sedan kes hatine kuştin ji demê ku serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî fermana şerî da li dijî grupên çekdarîyên Şî'a.


XS
SM
MD
LG