Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000


Leşkerê Çînê alîkarîya xwarin û dermanan ji asmana davêje bo qurbanîyên erdhejê ku li gundên çîyayî yên parêzgeha Sichuan asê mane belê her diçe wext di ser bi hezaran kesan re dibûhire ku di bin axa avahî, xanî û xwendîngehên hilweşîyayî de mane.

Çînê îro dîsa jimara kesên mirine bilind kire ser 15 hezaran. Karbidest we çaverê dikin ku wê ev jimar hêjta bilindtir bibe dema ku desteyên hewarçûnê bigihîjin deverên ku erdhej bi dijwarî lê daye û dest bi kolana erdê bikin.

Karbidest bi wê gumanê ne ku 40 hezar kesên din jî yan di bin erdê de mane an jî bêserûşûnin.

Dema ku îro desteyên hewarçûnê gihîştine deverên asê, wan hin qurbanî bi saxî ji bin erdê derxistin.

Ajansa Xinhua ya dengubahsên fermî dibêje heft helîkopterên leşkerî kelûpelên alîkarîyê li taxa Wenchuan belav kirine ku ev der navenda erdheja bi hêza 7.9 e û herwisa navenda çendîn taxên li dora wê ye.

XS
SM
MD
LG