Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çînê bi erdhejên nû zîyan zêdetir dibe


Ajansa dengûbahsên dewletê ya Çînê dibêje demê ku rayedaran jimara xelkê mirî bilindtir dîyar dikir, bîbelerzeke bi hêz dîsa li nêzî navenda erdheja roja duşembîyê erd hejand.

Ajansa Xinhua dibêje îro heynî erdhejeka bi hêza 5.9, li taxa Lixian derz li erda li bin rêyan xistîye û otomobîlan xistîye bin axê.

Wê tête bawer kirin ku dê ev paşe-erdhej dê karê harîkarî û hewarçûnê zêdetir têk bibe her ku wext diçe şensê rizgar kirina kesên sax yên di bin erdê de asê mayî kêmtir dibe.

Tîmên bîyanî yên hewarçûnê digihîjin Çînê ku alîkrîyê bidine 130 hezar serbazên ku li deverên erdhejê wezîfe dikin. Çendîn endamên desteya hewarçûnê ya Japan îro gihîştin welatî û hêjta yên zêdetir jî dê piştra dê bigihîjin.

Desteyên hewarçûnê yên Rusya, Koreya Başûr û Singapor jî berev bi Çînê ve bi rê ketine.

Karbidestên parêzgeha Sichuan ya ku erdhej bi xirabî lê xistî, nûke dibêjin zêdeyî 21 hezar kes mirine.

XS
SM
MD
LG