Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çînê hatin û çûn bo sê xoleka hate rawestandin bo rêzgirtin li qurbanîyên erdhejê


Evro duşembî hatin û çûn bo demeke sê xoleka li seranserê Çînê rawestîya bo rêzgirtin li deyan hezar qurbanîyên erdhejîna roja duşembîya buhorî.

Li seranserî welatî horînên otomobîl, şemendefer û gemîya û zengên taybet li demjimêr 2:28 xoleka hatin lêdan ku li wî demî û berî heft roja erdhejîna bi hêza 7.9 ji 10ê li herêma Sichuan çêbî û bîye egera kuştina pitir ji 34 hezar kesan.

Desthelatdar we pêşbînî diken ku jimara mirîya bigêhîte 50 hezar kesan.

Hêjîyî gotinê ye ku Çînê bo sê rojan tazî û behîye ragihand û rêûresma bi rê kirina agirê Olîmpîk hatîye ragirtin.

Bi layekî dî ve karbidestên Çînê dibêjin zîyanên aborîyên rastewxo yên erdhejîna heftîya buhorî bo heye bigêhîte 10 milyar dolara bi tenê li herêma Sichuan.

Wezareta Ragihandin û Pîşesazîyê evro duşembî ragihand ku wê erdhejînê zîyan ragihandîye pitir ji 14 hezar kompanya li Sichuan û zîyana aborîya wan digehîte 9 milyar û 600 milyon dolara.

Alîyên serbixwo radigihîn ku zîyanên aborîyên erdhejînê bo heye bigehîte 20 milyar dolara.

XS
SM
MD
LG