Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryar e ku Ehud Barak digel Husnî Mubarek kom bibît


We biryar e ku Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Ehud Barak digel serokê Misrî Husnî Mubarek kom bibit bo bahs kirina rêkeftina agirbesta pêşnîyarkirî nêvbera Îsraîl û grupa Îslamîya Felestînî Hamas.

We tête çaverê kirin ku evro duşembî Barak digel birêz Mubarek û berpirsê dezgeha agahîya Misrê Omer Suleyman li bajarokê Şerm'l Şêx kom bibit.

Herwisa we tête çaverê kirin şandeka Hamasî bi serokatîya Wezîrê Derveyê berê Mehmud Zahar bigehîte Misrê.

Şanda Hamasê digel berpirsê agahîyê Misrî kom dibit bo bahs kirina agirbestê digel Îsraîlê.

Hêjîyî gotinê ye ku Misr navbijîya nêvbera herdu alîya diket jiber ku hikumeta Îsraîlê bi şêweyeke rastewxo danûstandinê digel Hamasî naket.


XS
SM
MD
LG