Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Surîya bi fermî piştrast kirin ku danûstandinên aştîyê yêt ne rastewxo dihêtine kirin li ser Girên Golan


Îsraîl û Surîya bi fermî piştrast kirin ku danûstandinên aştîyê yêt ne rastewxo dihêne kirin piştî heyşt salan ji dabirîna wan danustandinan li ser Girên Golan.

Herdu hikumeta bi cudahî îro çarşembê ragihandin ku Turkîya navberîya bizavên rêkeftina aştîyê diket.

Wezîrê Derveyê Turkîye Alî Babacan got li meha buhorî welatê wî dest bi sanahî kirina peywendîyên Îsraîlê û Surîya kirin. Îsraîl û Surîya hevrikî li ser Girên Golan dikin her ji sala 1967ê were li demê Îsraîl destê xwe bi ser wê deverê çîyayî ya Surîya girtî piştî şerrê şeş rojan.

Bi fermî Îsraîl ew devere bi parçek ji Îsraîlê li sala 1981ê nasand.

Herdu welatan danûstandinên aştîyê li berî niha kirin belê ew bizave li sala 2000 biser negirtin jiber mercên vekêşana Îsraîlê ji wê deverê.



XS
SM
MD
LG