Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka dibêje kiryarên hêzên Iraqî û Amerîkî wisa kirîye ku El Qaîde ji Iraqê birevitin


Leşkerê Amerîkî dibêjit kiryarên hêzên Amerîkî û Iraqî wesa kirîye ku El Qaîde li Iraqê birevitin belê ev komela terorîst hêjta xetera dirust diketin.

Peyivdarê leşkerê Amerîkî cîgirê admiral Patrick Driscoll duhî yekşembîyê got kiryarên dawî hevsenga El Qaîde li Iraqê têk da belê ew hêjta dikaritin hêrîşên baş nexşekirî biketin.

Balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker gotibû qet El Qaîde li Iraqê weka niha jinav neçûye,

Karbidestên Amerîkî dibêjin ew destkeft encamê kiryarên hêzên Iraqî û Amerîkî bûn li bajarê Musilê bakûra Iraqê demekî vê heftîyê bo derêxistina komela El Qaîde ji asêgehên wê yên dawî.

Peyivdarê leşkerê Iraqî dibêjitin hinek endamên El Qaîde ji Musilê revîyane Tikrît û Ramadî.

XS
SM
MD
LG