Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansên Alîkarîyê ku diçine Burmayê li hember destûra wê bi gumanin


Ajansên alîkarîyê îro sêşembîyê li ser hinartina tîmên xwe yên vejandinê bo nav van herêmên Burma ku keftîne ber barovê berdewamin piştî ku hikumeta leşkerîya wî welatî roja yekşembîyê dinav konferansek bexşînê da soz da ku rêkê bidete karmendên alîkarîyê bê çi sinor dananek dest bi wan herêman ve bigehên.

Pêtirî sê heftîyan e ji demê barova Nergîs herêma werzêrîyê yê Burma wergirte ber xwe 134 hezar kes mirî û berze bûyî li pey xwe hêla.

Herçend Neteweyên Yekgirtî dibêjît 3/4 ji kesên ji wê barovê rizgar bûyîne hêjta çi alîkarîyên vejandinê pê negeheştine.

Hikumeta Burma didete zanîn bizavên demûdestên vejandinê bi domahî hatine û daxwaza 11 miyar dolaran kir jibo avadan kirina welatî.

XS
SM
MD
LG