Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên cîhanê bernivîsa peymannama ku bikaranîna bombeyên hêşûyî berbend dike amade dikin


Dîplomatên ku ji 110 welatên li Îrlandayê kombûnê dikin razî bûne li ser bernivîsa peymannameyêkê ku bikaranîna bombên hêşûyî neqanunî didete zanîn.

Bi wan bombeyan heta niha bi hezaran kesên sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Wezîrê Derveyê Îrlanda Michael Martin ew rêkeftina roja çarşembîyê weku pişikdarîyek bi dirustî di qanuna mirovatîyê da binav kir.

Ew bernivîse heyşt salan didete welatên pişikdarên wê peymannamê ku hemî bombeyên xwe yên hêşûyî linav bibin û herwisa rêkê ji herkesekî digrît ku wan bombeyan bi hikumetên din bifroşît yan wan dine bidet ku bombeyên hêşûyî bikar bînin.

XS
SM
MD
LG