Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî dibêjit pêdivî bi milyar dolaran heye li pîxamet sahf kirina xwarinê li welatên hejar


Neteweyên Yekgirtî ragihandîye dê 15 heta 20 milyar dolaran li pîxamet kirîna xwarinê dabîn biket jiber piştî giran bûna buhayê xwarin û vexwarinê bi milyonan xelkê hejarê cîhanê di metirsîya mirinê ji pirsê da ye.

Li Romê îro çarşembî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon gote şandekê amade li kombûna bilinda xwarina cîhanî pêdivîyeke zêde bi vî diravî heye bo bilind kirina astê berhem kirina xwarinê.

Herwisa serokê Banqa Cîhanî Robert Zollieck bo eynî şandeyê civîya ku daxwaza helgirtina berbestêt bazirganîyê kir.

Wî got ji egera deynana van berbestan e ku buhayê kelûpelêt xwarinê gelek giran bûye.

Li heman dem serokê Bernameya Xwarina Cîhanî got ev drave dê harîkarîya rêkxistîyê bikit, xwarinê li ber destê bi milyonan xelkê hejar li pitir ji 60 welatan zahf bikit.

Bi alîyê xwe ve rêveberê serekî yê Bernama Xwarina Cîhanî ragihand ji bilî van bizavan dê nêzîkî yek milyar û dused milyon dolar bêne terxan kirin nemaze bo welatên wekî Haiti, Afganistan, Somalia, Ethiopia û Kenya.

XS
SM
MD
LG