Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û 80 welatêt rêxistîyêt dî soz daye ku pitir ji 14 milyar dolaran harîkarîya nû biden Afganistanê


Amerîka û 80 welatêt rêxistîyêt dî gift daye ku pitir ji 14 milyar dolaran harîkarîya nû biden bo ava kirineva Afganistanê heta pênc salêt dî.

Xanima yekê ya Amerîka Laura Bush evro di konferansa Parisê da got Amerîka dê pitir ji 10 milyar dolaran harîkarîyê didet.

Herwisa Banqa Cîhanî gift daye ku 1 milyar û 100 milyon dolaran harîkarîya bidet. Almanya û Norwecê soz daye ku her yek ji wan 600 milyon dolaran bidet.

Fransa ragehand ku harîkarîya xwe du caran beramber ket û kete 165 milyon dolar. Di heman wext de jimareka rêberan ji hikumeta Afganî xwast da pitir xebatê biket dijî pare xwarinê ku dibîte astenga serekî di rêka avakirinevê da.

XS
SM
MD
LG