Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamhinêrekî Iraqî li Musil hate kuştin


Polîsê Iraqî dibêje peyamhinêrekî televîzyonê li bajarê bakur li Musil hatîye kuştin.

Karbidestan got îro sêşemê teqe li Muhyeddîn Evdil-Hemîd hatîye kirin li nêzi mala wî. Ew rojnamevanekî xwecihî yê televizyona dewletê bû li Musilê.

Peyamên Ajansa Reuters li ser zarê hevkarekî wi peyamhinêrî dibêje ku tehdîd li Evdil-Hemîd û hevkarên wî hatine kirin.

Musil li Iraqê cihê kiryarên tenahîyê ye li dijî El Qaîde.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje Iraq li cîhanê kujektirin welate bo rojnamevanan. Rêxistinê jimara rojnamevanên ku ji dema Amerîka Iraqê berî pênc salan dagirtîye û heta niha wek 130 ragihandîye. Dibêje ji dema ku şerr li Adara sala 2003 destpêkirîye heta niha 50 karmendên medyayê ji hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG