Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke turîstên Amerîkî geryanekê li nav Kurdistana Iraqê kirin


Iraq û Kurdistana Iraqê yekem cih nîne weku şûn û cihê geryanê têne hizra mirovî. Herçend piranîya Iraqê di koçala şerr û tundûtûjîyê de nuqm bûye Herêma Kurdistanê ya bi awayek berfireh otonom li bakûrê wi welati ji tenahî û rehetîyek qasekî baş mifayê dibînît.

Li sala 1991ê Hêzên Hevalbend ku demê dagirkirina Kuweytê ji alî Saddam Huseynî ve şerre Iraqê kirin herêmek parastinê li bakûr damezirandin ku hinek tenahî jibo Kurdan berbidest dikirin ku ji alîyê Saddam Huseyn ve keftine ber zordarîya bêrehmanê.

Wezareta Derveya Amerîka weku wezaretên derveyên welatên din hêjta jî şiretê didete hevwelatîyên xwe ku xwe ji sefer kirina bo wê herêmê biparêzin.

Rêveberek seferên herêmî dibêjît grupek gelek piçûktir ya gerîdeyan ku ji çend Brîtanîyan pêkhat, sala buhurî seredana Kurdistanê kirin, lê wan bi qasê wê grupa mezintir ya piranî Amerîki yên xanenişîn destkeft nebûn.

Dinav gera turlêdana xwe ya du heftîyan da wan 19 gerîdeyan seredana paytextî kirin ku bajarek şurekirî dikevîte hindav dukkan û bazar û avahîyen Hewlêrê, cihê ku xelk berdewamin jibo alîyê kêm 6000 salên buhurî têda jîyane.

Gelî xwendevanên malpera me, eger we xwest ku hun li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin, ji kerema xwe li jor guh bidine dirêjahiya raportê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG