Dezgehê ragihandina Fîlîpînê dibêjin karbidesta komelek ji 31 kesan rizgar bûyêt gemîya Fîlîpînî dîtin piştî ew gemîye bi egera barovê wergêray.
Pitir ji 800 kesan siwarî gemîyê bûn. Ragihandina xwocihî dibêjitin ewên rizgar bûyêt gemîyê gehêştine bajêre Molanî piştî 24 demjimêran di beleneka rizgar bûyînê de mayibûn û jimara wan 30 kes bûn lê du kes ji wana hunda bûn.
Ji 800 kesan çarenivîsa du kesan dîyar bû ku çar kes ji siwaran mirî hatine dîtin.
Gemîya Fîlîpînî li nêzîkî girava Sibuyan hate dîtin û bi egera barova Fengshen wergêrabû li demê berev girava Sibuyan diçû li Manilaya paytext.