Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî soza kiryara leşkerî da bo ser parêzgeha Diyala


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêje dê serbazên wî di demek nêz de kiryarek leşkerî li dijî xirabkaran bike li parêzgeha Diyala.

Rêzdar Malikî ev daxuyaî roja duşembîyê li bajêrê başur yê Amarah kir li cihê ku digel rêberên eşirî kom bû.

Serbazên Iraqî û yên Amerîkî kiryarên bi vî awayî li dijî tundrêyên Sunnî û Şî'a kiribûn li Basra, li bajerokê Sadr yê Bexda û herwisa li Musil.

Diyala li seranserê welatî wek cihê herî metirsîyê tê zanîn.

Rêzdar Malikîv ev daxuyanîye kir rojek paş ku êrîşbireke xwekuj li Baquba xwe teqand û bixwe re 15 kes kuştin û 40 kes jî birîndar kirin.

Herwisa li roja duşembîyê karbidestên tenahîya li Iraqê dibêjin bi êrîşeke muşekan li bakûra Bexda 10 kes hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG