Karbidestên Iraqî dibêjin ji encama peqîna otomobîleke xwekuj li bajarê Musilê 18 kes hatine kuştin û bikêmive 62 jî birîndar bûn.
Sibêdeya îro pêncşembî karbidestan got li destpêkê çekdaran bi narincokan hêrîş kire ser paytextê parêzgeha Nînova û demekî kurt piştî hindê ku parêzgarê deverê gihîşte cihê peqînê bo texmîn kirina zerer û ziyanê muşek ji alîyê çekdaran ve hatine avêtin lê belê çi zîyan ne gihîştîye parêzgarî.
Her li devera Anbar îro pêncşembî ji encama hêrîşeke xwekujî li kombûneke civata eşiretan nemaze ku rîsipîyên eşiretan lê amade bûn bikêmîve 12 kes hatine kuştin.
Hêjîyî gotinê ye ev hêrîşan çend rojan berî hindê têne kirin ku hêzêt Amerîkî amade dibin parastina devera Anbar bidine destê Iraqîyan.