Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir


Serok Bush bernivîsa kanona xerciyên şerî mor kir ji bo dana 162 milyar dollar bo operasyonên leşkerê Amerîkî li Iraq û Afganistanê bêy diyar kirina demê vekêşana hêzên Amerîkî li van du welatan.

Di gotarekê da li Seraya Sipî roja duşembî, serok got Amerîka supasiya serbazên xwe diket ku li dervey welatî xizmetê diken û piştevaniya wan diket.

Serokî herwesa pesna endamên Kongiresê da ji ber hevkariya nêvbera endamên herdu partên Dîmokrat û Komarî li ser kanona xerciyên şerî.

Ew kanona nu, xerciya şerên Iraq û Afganistanê didet heta serokê nu yê Amerîka li meha yek ya sala 2009 dest bi kar dibe.

XS
SM
MD
LG