Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin


Du endamên Kongirêsa Amerîkî dibêjin karbidestên Çînî rêk nedaye wan digel berevankarên mafên mirovan li Bêjîngê kom bin.

We biryar bu endamyên Komarî yên Kongirsê Chirs Smith û Frank Wolf şeva yekşembî digel sê berevankarên mafên mirovan kom bin.

Birêz Smith dibêjit gefe li wan berevankaran hate kirin û berev cihekê nediyar hatine birin an li mala xwe hatin desteser kirin.

Endamên Kongirêsê dibêjin wan lîstek daye Li Zhaoxing, serokê komîteya karûbarên derve ya perlemanê Çînê, ku keysên 734 girtiyên siyasî yên Çînê bi xwe ve digire.

Di gotarekê da bo peyamnêran li Bêjîngê, endamên Kongirêsê karbidestên Çînê bi bikarînana yariyên Olempî ji bo tepeserkirina mafên mirovan gunehbar kir. Lê peyvdara Seraya Sipî Dana Perino got Serok Bush li rêûresma despêka yairyên Olempî amade dibe, jiber ku ew di wê bawerê daye ku yariyên Olimpî pêtiviye bitinê derbarê werzişvana bit û ji siyasetê dîr bit.

XS
SM
MD
LG