Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna G8 bo roja duwem berdewame


Kombûna rêberên heşt welatên serekî yên pîşesazî li cîhanê, Giropa 8, bo roja duwem li Japonê berdewame.

Karnama kombûna sipêdeya roja sêşembî aborî ya cîhanê û bilind bûna nirxê petrol û xarinê bu.

Çaverê tête kirin rêberên pişikdar di beyannamekê da helwêsta xwe ji bo çareser kirina van kêşa bas biken.

Li kombûnên roja duşembî, rêberên Efriqî daxaz ji rêberên G8 kir da sozên xwe bicêh bînin bo dana 25 milyar dollaran her sal bo Efriqa heta sala 2010.

Sikirtêrê Netewên Yekgirtî Ban Kî Moon piştevaniya daxaza rêberên Efriqî kir û got arîşên xarin, gorîna pileya germî ya cîhanê û pêşveçûn pêkive girêdayî ne.

XS
SM
MD
LG