Karbidestên Turk roja pênşemê serê sibê ragihand li navçeya Şemzînan ya ser bi Colemêrgê dema derbazbûna karwanekî leşkerî teqînek pêk hat. Di encama vê teqînê de heşt serbazên Turk û berevanekî gund hatin birîndar kirin. Hat ragihandin rewşa pênc birîndar xedar e ku bi helîkopteran birine nexweşxaneya li Wanê.
Karbidestan got teqîn serê sibê li nêzî gundê Şafatan rû daye ku sê kîlometre dûrî Şemzînan e. Karbidestan wekî din got mîn ew cure bûye ku ji dûr de dihate kontrol kirin. Karbidestan her weha ji ber teqînê serhildayên Kurd berpirsiyar girtin.
Hat ragihandin piştî teqînê li herêmê serbazan operasyonek daye dest pê kirin û çûn û hatina Şemzînanê jî hatiye qedexe kirin.
Hevdem, piştî ku meha çûyî artêşa Turk diyar kiribû ku ew li dij serhildayên Kurd digel Komara Islamî ya Iranê hevkariyê dikin roja pêncşembî jî rojnameya Hurrîyetê ragihand sê serhildayên Kurd li ser sînora Turkiyê û Iranê de hatine kuştin.
Ji aliyê din de jî, ajansa nûçeyan ya dewleta Turk ragihand di dema kiryereke leşkerî ya li bajêrê Gumushaneyê serbazekî pê li mînê kir û hat birîndar kirin. Gumuşhane barajeke li herêma Derya Reş ku herêmeke Kurdnişîn nîn e. Lê belê ev demeke ku serhildayên Kurd li vê herêmê jî hêrîşan pêk tînin li dij serbazên Turk.
Hevdem, nehê mehê roja çarşemê, sê çiyagerên Alman ku dixwestin hilkişin ser çiyayê Agirî ji aliyê serhildayên Kurd ve hatibûn girtin. PKKê derbarê vê bûyerê de daxoyaniyek da û piştrast kir ku sê geştiyarên Almanî ji alî hêzên wan ve hatine girtin.
Di daxoyaniyê de wekî din hat gotin heta ku Dewleta Alman siyaseta xwe ya li dijî Kurdan neguherîne ew dê ev kes bernedin. Her weha hat gotin ku cansaxiya sê çiyageran başe lê ji bo weha bimîne divê dewleta Turk operasyonên li herêmê rawestîne.