Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehud Barak dibêjît Îsraîl çi bijaran veder naket jibo serederî kirina digel Îranê


Wezîrê Berevanîya Îsraîl Ehud Barak dibêjît Îsraîl çi bijaran veder naket jibo serederî kirina digel Îranê û programa navokîya kêşeliser ya wî welatî.

Roja sêşembîyê birêz Barak li Washingtonê gote rojnamevanan Îran gefeyeke rijd e jibo seqamgîrî û tenahîya cîhanê.

Rêzdar Barak herwisa got wî vê heftîye ew pirse digel Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û Wezîrê Berevanîyê Robert Gates de behs kirîye.

Hêza Asmanîya Îsraîl li meha şeş çalakîyek berfireh ya nemayîşî birêve bir ku ji layê gelek kesan ve weku xwe amade kirin jibo egera êrîş kirin ser demûdezgehêt navokîyêt Îrane hate mana kirin.

Her di vî demî da Wezîra Derveya Amerîka Rice roja sêşembîyê daxwaz ji Îranê kir koma pêşnîyazet alîkarîyan ji alîyê şeş hêzêt mezinêt cîhanê ve qebul biket li hember ragirtina zaxkirina uranyumê.



XS
SM
MD
LG