Rêberê berê yê Sirbê Bosnayî Radovan Karadzic gehêşte Dadgeha Neteweyên Yekgirtî bo Tawanên Şerrî li Hague ku dê li wê derê bi tawana qirkirin anku jenosid bête dadgeh kirin.
Karadzic berdestê sibeha roja çarşembîye ji paytextê Sirbîstan Belgrad berev bi Hollanda ve bi rê ket. Karadzic berî ku heftîya buhurî li Belgrad bê girtin 12 sal veşartî bû ku nedihat peyda kirin.
Karadzic yek ji tawanbarên herî daxwastî bû li cîhanê. Dadgeha Tawanên Şerrî ew tawanbar kirîye jiber desthebûna wî di qirkirina 8000 zilam û kurên Misilman da li sala 1995 li bajarekî Bosnayî yê bi navê Srebrenica.
Roja sêşembîyê neteweperestên Sirb di dema xwenîşandanekê de li dijî girtina Karadzic û dadgeh kirina wî li Belgrad bi polîsan re pevçûn. Tevî 25 polîs û rojnamevanekî bi kêmive 44 kes birîndar bûn.