Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 25 çekdar û pênc serbaz hatin kuştin


Karbidestên leşkerê Pakistanî dibêjin di şer û lêkdana de bi kêmî ve 25 çekdar û pênc serbaz li herêma bakurê rojavayê Pakistanê hatin kuştin.

Şer û lêkdanê roja çarşembî nizîkî bajerokê Matta li Dola Swat dest pêkir. Karbidest dibêjin li berahiyê çekdara hêriş kire ser xaleka vekolîna parastinê li wê herêmê.

Peyvdarê ser bi Talîbanê Mewlana Fazullah Muslim Xan çêbûna şer û lêkdanê piştrast kir lê got jimara çekdarên hatîne kuştin kêmtir e ji 25 çekdaran.

Ji ber şer û lêkdana roja çarşembî, berbend kirina hatin û çûnê li Dola Swat hate ragehandin.

XS
SM
MD
LG