Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kabneya Lubnanê belgenameyek sîyasîya girîng pesend kir


Kabîneya yekgirtîya niştimanîya Lubnanê belgenameyek sîyasî pesend kirîye ku rêkê didete milîtanêt Hizbullah çekên xwe jibo şer kirina digel Îsraîl li ba xwe rabigrin.

Wezîrê zanyarîyên Lubnanê Tariq Matirî dibêjit kabîneya 30 endamî roja duşembîyê ew sîyasete bi têkrayî dengan pesend kir.

Ew bizave rêkê jibo parlamana Lubnanê xweş diket ku vê heftîyê dereng wext dengdanê li ser wê biryarê bi rêve bibet.

Têde çaverê tête kirin belgenamê bête pesend kirin liber ku wê piştgirîya wêzîrên serbi piranîya nav parlamanê ya alîgirê Rojava û herwisa grupên ser bi Surîyê ve jî wergirtîye.

Kabîneya yekgritîya nû ya welatî piştî ku qanundarêjan ew belgenameye îmza kirin dê bi awayek fermî dest bi kar bikit.

Ew sîyaset didete zanîn Lubnanê maf heye erdên ji alî Îsraîl ve hatîne dagirkirin bi rêka bikar anîna leşkerên xwe û herwisa bizava berxwedanîya ku Hizbullah carek din rizgar biket.


XS
SM
MD
LG