Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Iraqî dibêjin Bexda û Washington gelek nêzîk bûne bo rêkeftinekê bo vekêşana serbazên Amerîkî ji Iraqê


Karbidestên Iraqî dibêjin Bexda û Washington gelek nêzîk bûne bo rêkeftinekê bo vekêşana serbazên Amerîkî ji Iraqê heta dawîya sala 2010ê.

Karbidestên Iraqî duhî pêncşembîye gotin ku herdu alî gehîştin rêkeftineka destpêkî li ser dîyar kirina wextê vekêşanê.

Ji jêderên wekî endamên Partîya Dawa ya serokwezîr Malikî, karbidestên Iraqê dibêjin li du rêkeftinê Bexda dikarit daxwazê ji hêzên Amerîkî bikit ku bêhtir li Iraqê bimînin heke rewşa parastinê pêdivî be.

Karbidestên Iraqê dibêjin pêşveçûndina danûstandinen parastinê digel Bexda çêbûye belê tu rêkeftinên dawîyê nînin.

Ji alîyekî dinve Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dengdan dan jibo berfireh kirina kiryara Neteweyên Yekgirtî li Iraqê bo dema salekê heta meha heyşt ya sala 2009ê.

Her 15 endamên Civata Tenahîyê herwiha daxwaz ji hêza Iraq û hevalbendan kir bo piştrast kirin û misoger kirina parastina bêtir ji 700 hêzên Neteweyên Yekgirtî yê taybet li Iraqê.

Balyozê Amerîkî li Neteweyên Yekgirtî Zalmay Xelîlzad pêşwazî li jinûve kirina kiryara Neteweyên Yekgirtî kir û dibêjit ku Iraqî pêşveçûn kirine di nrewşa parastinê de.

Balyozê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî Hamid'l Beyatî daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir bo baş kirina mana xwe li Iraqê ku harîkarîya welatê wî bikin bo çareser kirina jêknegirtinên sînor yên nav xwe.

Wî herwiha got Iraq amade ye harîkarîya damezirandina Neteweyên Yekgirti bikit bo bingehekî nû li Bexda.





XS
SM
MD
LG