Tê ragihandin ku nêzî 1400 kes di şerrê navbera hêzên Gurcî û Rusî da hatine kuştin li hêrêma Ossetia Başur ya ku ji Gurcistanê veqetîya ye.
Herdu alî yekûdu bi êrîş kirinê gunehbar dikin.
Serokê Gurcistanê Mikhail Saakashvili roja înê got wî fermana şerrekî bi temamî daye ku ew jinûve kontrola herêma Ossetia Başur bixine dest, piştî ku tanqên Rusi ketine nav herêmê. Wî Rusya gunehbar kir bi destpêkirina şerrî li dijî Gurcistanê.
Rusya got hêzên wê besiva hêrîşa Gurcistanê didan ya jibo jinûve bidestve xistina Ossetia Başur.
Peyivdarê Wezareta Navxweyî ya Gurcistanê Shota Utiashvili got jiber topbaran kirina paytextê Ossetia Başur, Tskhinvali ji alî Rusan ve hêzên Gurcî mecbur kirîye ku ji beşeka bajêrî derkevin ewá ku hêzên Gurcî di destpêka rojê da bi destve xistibûn.
Karbidestên Rusî ragihandin ku di şerr de bi kêmîve 12 aştîperezên Rusî hatine kuştin û bi kêmîve 50 yên din jî birîndar bûne. Karbidestên Ossetia Başur dibêjin ku jimara kesên sivîl yen hatine kuştin ji hezarî buhuriye.
Karbidestên Gurcî daxwaz kirin ku Rusya êrîşên xwe yên bi firrokan yên ser bi bajêrên Gurcî ve rawestîne belê Rusya ew êrîşan înkar dike. Gurcistan dibêje firrokeyên Rusya bajêrê lengergehî yê Poti û bi kêmîve du bingehên asmanî yen Gurcî bombebaran kirine li derveyê Tbilisi.
Balyozê Gurcistanê bo Neteweyên Yekgirtî Irakli Alasania ji Civata Tenahîyê re got firrokeyên Rusya herwisa êrîş kirîye hin beşên herêma Abxazyayê ya ku ji Gurcistanê veqetîya ye.
Karbidestekî bilindê Gurcî got serok Saakashvili nîyaz heye ku dinav çend demjimêran de qanuna şerrî ragihîne ku bi vî awayî karibe şerrî birêve bibe. Gurcistan nîvê hêza xwe ya bi 2000 serbazan ji Iraqê vedikşine ser Ossetia Başur bo alîkariya şerri.
Ossetia Başur li destpêka salên 1990an serxwebûna xwe ya ji Gurcistanê ragihandibû û bûbû egera şerrî û şandina aştîperezên Rusî bo herêmê. Gurcistan ew aştîperez gunehbar dike bi piştevanî kirina cudaxwazan û soz daye ku Ossetia Başur vegerîne bin kontrola hikumeta navendî.