Polîsê Iraqê dibêje bi teqîna otomobîlekê bikêmîve 21 kes hatine kuştin û 72ên din birîndar bûne li bazareke qerebalix li bajêrokê bakur yê Tel Efar li nêzî Musil.
Leşkerê Amerîka dibêje pênc ji birîndarên teqîna roja îne polîs bûne û yên din xelkê sivîl yên wê deverê bûne.
Ev bûyer dawîtirîn bû dinav êrîşên herêmê de ku hêzên Amerîkî û Iraqî dijberî El Qaide birêve dibin.
Ji alîyekî dinve karbidestên Iraqî dibêjin ku Bexda û Washington gelekî nêzî rêkeftinekê bûne bo vekêşana hêzên şerker yên Amerîki ji Iraqê heta meha deh-Cotmehê ya sala 2010.
Dibêjin ku li du plana pêşnîyaz kirî heta nîvê sala bê dê serbazên Amerîkî ji bajêrên Iraqê vekêşin belê berdewam li bingehên xwe bimînin. Dibe ku pêşnîyaz jiber egerên tenahîye bête guhertin.
Karbidestên Amerîki dibêjin wan tu soz bo roja vekêşanê nedaye.
Dibêjin ku ji alî tenahîyê ve pêşketin çêbûne belê hin babet hêjta çareser nebûne.
Herwisa peyivdarekî Muqtada El Sadr roja înê got eger Amerîka dest bi vekêşana hêzên xwe bike, dê oldarê Şî'a yê xwedî bandor fermanê bide milîtanên xwe ku dev ji çekan berdin. Sadr fermana gelek agirbesan dabû ku wan par tundûtûjîyê gelek kêm kiribûn.
Serokê Amerîka George Bush û serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî meha buhurî rêkeftinekê kirin ku jêre dibêjin "asoya giştî ya demê" bo vekêşana hêzên Amerîkî ji Iraqê. Karbidestên Amerîkî dibêjin vekêşaneke bi vî awayî dê girêdayî paşeroja rewşa herêmê be.
Hikumeta Iraqê sengîyê dide ser Washington ku jibo planeke vekêşanê rêkeftinekê bike da ku peymana tenahîyê ji alî parlamana Iraqê ve karibe bête pesend kirin.