Zilamekî Çînî êrîşî du gerîdeyên Amerîkî kir li Pekînê û di encamê de yek kuşt yek din jî bi girîngî birîndar kir berî ku xwe bikuje.
Ji Komîteya Amerîkî ya Olîmpîyatê Darryl Seibel dibêje roja şembîyê êrîş li jin û mêrên Amerîkî tevî mêvandarê wan yê Çînî hatîye kirin dema ku ew li bajarê Pekîn digerîyan.
Zilamek ji Balyozxana Amerîkî li Pekînê dibêje ku êrîşbir Tang Yongmingê 47 salî bûye û xelkê parêzgeha rojhilat ya Zhejiang bûye.
Li qata duwê ya Burca Defê êrîşbirî qurbanîyan daye ber kêran ku tenê bi rêya pêplukan rê digihîşte wê qatê û pêpluk gelekî evraz bûne. Piştî wê êrîşbirî xwe ji Burcê avêtîye xwar û xwe jî kuştîye.
Ajansa Dengubahsên Çînî ya fermî tu sebeb jibo êrîşê ranegihand.
Li Çînê êrîşên li dijî bîyanîyan gelekî kêmin. Belê tedbîrên tenahîyê li Pekîn hatine zêde kirin jibo Yarîyên Olîmpîyatê yên ku roja înê destpêkirin.